Abşûran cihê sekitîna seyên pîr bû. Cihê bihevşabûna balindeyên avî bû. Cihê virvirandina wan têjikên pisîkan bû, ku xew li mirovan herimandibûn.
Abşûran cihê lîstika me bû.
Di destpêka biharê yan jî dawiya payîzê de dema ku ewrên reş asman dorpêç dikir, bavê min ji odeyê gazî dikir û bi nalînî digot:
-Xwedayo! Xezeba xwe ji me dûr bixe!
Lêbelê Xwedê guh nedida bavê min. Lehî radibû. Lehiyeke tund, kef li ser, heta ber lêvan tijî, bi hêrs û xişim. Her der dişûşt, her tişt dida ber xwe û dibir. Pireyên darîn ji bin ve radikir. Zora lehiyê li xaniyên kevirî û acûrî nedibû ku ew li hevrazên bajêr hatibûn çêkirin. Lê dema ku dor dihate me, dilê xwe rehet dikir, xişm û xezeba xwe bi ser me de vala dikir. Dîwarên xaniyan tevî hêlînên çûkan dibir. Lehî heta nav odeyên me dihat. Wekî mêvanên venexwendî. Li hemî çaviyên malê digeriya, pirtûkên bavê min ên diayan şil dikir. Bavê min digot:
-Abşûran wek memûrên dewletê ye. Li hemî kun û qelîştekan digere.