“Te xêr e? Xuya ye derdekî te heye, ka bêje!”
“Erê, qey tu nizanî Kreon ferman daye ku ji herdu birayên me yekî bispêrin axê û yê din nespêrin.
Weku dibêjin, Eteoklîs bi dadwerî, li gor rê û resmê olî bi nirxên şahdetiya ku şehîdan dikevin binax kiriye da ku birûmetî û serbilindî here welatê miriyan. Lê ferman daye ku tu kes termê Polînîkîsî ku bi birînên xedar bêcan mayî nesipêre axê û jê re şînê negire!
Mîna kelaxekî mirdar ser rûyê erdê bêgor bimîne, bibe nûşî canê teyr û tûrên, seg û gurên dirinde
ku çavbirçî û har ji sibê heya êvarî li xwarinê digerin.”
Axaftina navbera du xwişkan, Ismînî dipirse û Antîgonî dilê xwe vedike.
Ev tragedyaya ku 2500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, vêga li Kurdistanê, welatê miriyên bêserûşûn konê xwe vedide.
Kurdiya Antîgonî îthaf e ji Dayikên Şemiyê û wan miriyên bêkêl û gor re...