Peyv, peyva kurdî wekî duhî îro jî xof û sawê dixe dilê qedexekarên ku ji sedê salan û vir ve de bi qewmekî re zimanek kirin mijara heyîn û neyînê. Di berhema li ber destê we de şair û nivîskar Arjen Arî berî ku xwendevanê helbestê derbasî dîwanxaneya helbestkarên di Antolojiyê de bike wisa dibêje, ‘‘Jixwe ji roja roj, ji wextê nesalixdayî ve "peyv" hebû û peyv digel hemû astengiyên heyî û hêçandî; sînorên stûr, zaraveyên ji hev dûr, elfabeyên cur be cur... dîsa jî gund bi gund, navçe bi navçe, herêm bi herêm geriya... Ji vê; dagirkerên xak-dabeşker û qewm û çand-wendaker, bi qasî serhildêrî û berxwedêriya mirov, ew evçend ji dilêrî û serhildêriya "peyvê" jî bizdiyan''û paşê bi destê dildarê peyva kurdî digire, wî li tevî xwe derdixe geryaneke ku rêwîtî ji serdema biservebûna hêza peyvê destpê dike... Rêwitîya ku rêwî carinan li peyvxaneya Biraboz, carinan li dîwanxaneya Ehmedê Xanî radiwestin û dibin mêvan, piştî bîhnvedanekê dikevin ser riyê, sînoran derbas dikin, tên serdana xewletgeha Cegerxwîn, Osman Sebrî, Reşîdê Kurd... Lê ew di vegerê de nikarin riya xwe ji ser peyveavahîya şairên beriya salên 80'êyî: Gurdilî, Rojen Barnas, Malmîsanij, Mem Ronga, Berken Bereh, Sabah Kara û Arjen Arî dagerînin... Li erdnîgariya bi kohistan û firewan a ku peyva kurdî lê belav e, nivîskarê berhemê xwendevan bi ‘sînoran', sînorên ku îro jî dixwazin peyvê asteng bikin, dihesîne. Berhema ku ji du beşan ‘Bakûrê Helbestê' û ‘Antolojiya Helbesta Bakûr' pêktê, yekemin berhem e ku bi giştî Helbesta Bakûr, bi taybetî helbestkarên li Bakûr ji xwe re dike ‘sînor'!