Ji çiroka “Miriyen Roja Yekşeme“
Bele em du kes bun u me herduyan ji melevani nizanibu, lewre ne li cihe ku me le danibu ne ji nezıki vi bajari deryayek an golek hebu. Le me he ji wan kesen ku li ser pişta hespe xwe di hale reveçune de ji qutikeke taybet cixare dipeçan re rez digirt. Hezkirina camereki li hember kevne tivinga wi, bikaranina wi ya pispori he em dikirin nav kelecane. Afîş u weneyen kevn li çayxaneyen xewle, gotegoten li ser dezgehe ereboke cigerciyan, li pişt kamyonan, lixwekirina gomlekeki nu ye Şahe Bedoyi bi vekirina se bişkoke jorin li ser bexte reş e pirça defa singa wan, fotoyen wesikayi ku ligel berçavken roje li hundir hatibun kişandin, daliqandina weneyeki xweşjineke li qaşo menzele kedkare avayiçekeran em xemgin dikirin. Me xweziya xwe bi baye sibe, dilope ser pencereyan, kaniya nava gund, kevçiye nav çaye diani. Ne ku em ji hede tolazi u xodbune derbas bubun me bere xwe dabu aramiye da me ev yek dixwest. Ne ji hebuna rasterast ji tunebuna lotikavetina nav hevalan, ger u geşta metropolan, kef u şadiya ji dil.
“Şarman gelek caran ji bo mijara çiroken xwe heta beje mijaren siyasi an civaki hildibijere, le bi saya zimane xwe ye ironik, alegoriye xurt te'ma wejeyi di bin bare mijaren giran de namine; ne bi edayeka didaktik, ne ku şiretan li xwendevan bike an wan ajite bike ji bin vi bari radibe. A heri giring Şarman bi asoyeke fireh li civaka xwe dinere u we baş nas dike, lewma tevi zimane wi ye mizahi (ev mizah raste rast ji tekoşina we ye bi eşe re te) u hunandina hosteyi, çiroken wi ewqas serkefti ne.“
-Fexriya Adsay
“Her dem, her nifş her bizav u cureyen wejeye di serboriya xwe de hin lawiken şum derxistine. Şume wejeya kurdi ya ve serdeme ji Mihemed Şarman e. Wi bi mizaheke xurt, di yekem berhema xwe de ji bo cureya çiroke asteke bilind dani. Ve care Şarman li ser we mizaha xurt kamilbuneke runişti le kiriye.“
-Ferzan Şer