Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye. Dîkekî min hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû... qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot! Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çîroka xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re... Lê wê; heçku bixwaze min jî bike şirîkê serboriyên xwe, hercar guhkê buxçika êşa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê heqê me nehêle, kurrê min... Ji ber heq û neheqiyê bû gelo, min ji çîroka Dîko û Pîrê hez dikir? Di herdu çîrokên gelerî de jî -Dîko û Pîrê, Şengê û Pengê- tolwergirtin hebû, û di herdu çîrokan de jî yên neheq: Gur û pîrê di dawiya çîrokê de bi ser ‘heqê' xwe ve dibûn... Soxî; piştî zarokatiyeke tiştîşî û jiyaneke zîvar zîvarî, di ber şairtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm: Hinekî bîranîn, hînekî çîrok...