Ew konfederasyona ku ji eşîrên Araratî û Naîrîyan pêk hatiye, bi qasî 300 salan hem li pêşberî artêşên herêmê yên nîzamî li ber xwe daye hem jî di erdnîgarîyeke dorpêçkirî de şaristanîyeke gewre afirandiye. Min di nav rûpelên dîrokê û nivîsên ser keviran de dît ku; qewmên çîyayî pêşdeçûyînên serdema Ûrartûyîyan ên siyasî, leşkerî, çandî û aborî careke din nejîyane. Tenê vê desthelatdarîyê bêhna azadîyê demeke dirêj bi çîyayîyan daye bêhnkirin. Herî zêde vê rêveberîyê berhemên dîrokî û hunereke nemir ji me re kirine dîyarî. Çîyayî yekemîn car di bin rêveberîya vê binemalê ya sê qirnan dom kiriye de bi hebandina yezdanekî netewî dilşad bûne. Yezdan Xaldîyê ku bedena wî birûskên ronahîyê yên pîroz belav dikirin; rima wî ya hêzdar a ku gurî jê diçû bûbû remza rizgarîya çîyayîyan. Birca ji kevirên 30 ton giran a 2840 salan piştî avakirînê jî mirovan di nav şaşwazîyê de dihêle Sardûrîyê 1'emîn dabû avakirinÛrartûyî û şaristaniya ku ava kirine heta niha ji gelek hêlan ve hatine vekolandin û bi zimanên cuda gelek agahî der barê wan de hatine belavkirin. Li gel ku ew qewmekî ji pêşîyên Kurdan in jî heta niha der barê wan de berhemeke bi kurdî ya ku wan bi hemû taybetiyên wan bide nasandin li ber destan tune ye. Ev berhem vê valahîyê dadigire, pêdivîyeke girîn bi cî tîne. Ev dîroka balkêş êdî bi Kurdî ye.
Îhsan Colemêrgî ku berê jî xebatên bi vî rengî kirine vê carê berê xwe daye Ûratûyîyan. Bi rastî jî ji hemû hêlan ve û bi hemû taybetiyên wan Ûrartûyîyan bi me dide nasandin. Kom û eşîrên ku ev konfederasyon pêk anîne, têkiliya wan a bi dewletên wek Gûtî, kasît, Mîtanî û hwd. ên beriya wan re, berxwedana wan a li dijî dagirkeriya Asûrîyan, ku ev taybetîya wan a sereke ye, qralên wan ên ku hatine ser kar, kar û xebatên ku hatine kirin (li gel ku bi hezar salan dem di ser re derbas bûye jî bendav û coavên wan ên ku bûne mijara efsane û destana hîna jî hene û bi kêrî jiyana xelkê deverê tên.), bîr û bawerîyên wan, ol û perestgehên wan, bajar û avahîsazîya wan, nîvîs û nivîstekên wan, têkilîyên wan ên aborî yên bi derdorê re û gelek mijarên din di vê pirtûkê de cih girtine. Yên ku vê pirtûkê bixwînin dê bibînin ku kedeke çiqas zêde hatiye dayîn.
Ûrartûyî li gor pêşîyên xwe Gûtî, Kasît û Mîtanîyan xwedîyê hinek taybetîyên cuda ne. Yek ji wan taybetîyan ew e ku gelek berhemên nivîskî li dû xwe hiştine. Ev jî dike ku mirov agahîyên zêdetir der heqê wan de hîn bibe. Pêşîyên wan bi piranî daketine deştê û di nav qewmên deştî de hatine bişavtin. Lê Ûrartûyî li ser axa xwe û bi rengê xwe mane. Xaleke balkêş jî ev e; tevî ku Med piştî wan derketine hola dîrokê û li qadeke pir berfireh belav bûne jî bi qasî Ûrartûyîyan berhemên mayîn de li dû xwe nehiştine.
Yên ku bixwazin der heqê van pêşîyên kurdan de agahîyên berfirehtir wergirin, teqez divê vê berhemê bixwînin.