Keleh, her yek jê li ser Kurdiyeke wisa berfireh saz bûyî, ku dikin em Kurdiya xwe ya heyî, hemû çavkaniyên zimanê xwe yê ku em pê di qewareyeke berteng de bi jiyana xwe ya rojane berdewam in, ji sêrî heta binî careke din hizir bikin û ji nû ve saz bikin, heşt kurteçîrokên ku dê xwendevanê xwe matmayî bihêlin, ên bi navê Keleh, (??) Akîo, Lîmûzîn, Ez Jîr Aslan, Stêrk, Çîroka Du Evînên Jîkurt, Jinûmêr û Lîlî, Lîlokê bi xwe ve digire.
Kurteçîroka nûjen, wekî çeşnekî wêjeyî, çawa ku li hemû parçeyên welatê me, wisa jî li mezintirîn parçeyê welatê me, sal bi sal kelepora xwe û ya cîhanê baştir nas dike û êdî di dilqê kurteçîroka bi Kurmancî de berê xwe dide asoyên afirîneriyê û lê ye ku, nexasim li nik helbestê, bibe yek ji adantirîn beşên sercema wêjeya Kurdî ya ku ji zû ve ye bê tirs û fikar berê xwe daye sehneya wêjeya cîhanê.