Casimê Celîl pesindarê welatê Sovyetê û gelê xwe yî bextewar e. Ew çarenivîsa gelê xwe ji çarenivîsa gelên welatê xwe yî mezin î mayîn î biratîyê nade cudakirin, pêşdeçûyîn û gulvedana gelê xwe bi serkeftina sîyaseta partîya Lenînîyê yî miletîyê re dide girêdan. Kar û xebatên merivên welatê Sovyetê, biratîya gelan, alîkarî û piştgirîya wan bê kêmayî taybetîyên helbestvanîya wî ne. Di helbestên “Lenîn”, “Oktyabir ”, “Wetenê Min” û gelekêd mayîn de ew bi pêş de tê çawa dibêjê dostîya gelan, alîgirê aşîtîyî û heqîyê. Sala 1956'an di rojnameya Pravda de helbesta Casimê Celîl “Lenîn”, sala 1963'yan di rojnameya “Îzvêstîya”yê de helbesta wî yî “Çîyayêd Kurdistanê” hatine weşandin.
Çapa yekemîn a pirtûkê sala 1984'an li Yêrêvanê bi zimanê Kurdî ronayî dîtiye. Kofîya Dêya Min piştî çapa yekemîn li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê ji bo bibe mal û milkê gelê Kurd tê weşandin.