Kurden Yarsan

Stok Kodu:
9786052246009
Boyut:
13.50x21.50
Sayfa Sayısı:
464
Basım Yeri:
İstanbul
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2018-09
Çeviren:
Sevda Orak Reşitoğlu
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
2. Hamur
Dili:
Kürtçe
85,00
9786052246009
496691
Kurden Yarsan
Kurden Yarsan
85.00

Li ser yarsanan çavkaniyeke girîng: Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)

Lêkolîna Shahab Vali “Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)” di nav weşanên Avesta de derket. Xebat ji aliyê Sevda Orak Reşitoğlu ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.

Shahab Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala 1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû mijara xebatên min ên
master û doktorayê jî her wiha.

Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn, cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.
Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e. Ango, ji ber ku muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.” Shahab Vali di vê xebatê de kurdên yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî a Kurdistanê bi me dide naskirin; dîrok, bawerî û mîtolojiya wan analiz dike.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat