Sê hev lawê Helîmê, Evdulbaqî, Tefo û Teyzo hebûn. Hersêka jî serî li ber kesekî danetanîn. Tefo û Feyzo. çûbûn tevê rêxistina Agirîyê bubûn û haja wana pê tune bû. Evdilbaqî tenê bi serê xwe êrîş bire ser zîndanê. Kete xefika yuzbeşî. Hate kuştinê, yûzbaşî serê wî jê kir kire turekî. Ji cîya wîra anî zîndanê.
Di nava sed girtîyan da gazî Helîmê kir û tur danî ber Helîmê. Helîmê devê tûr vekir. Serê Evdilbaqî tê da dît. Wê li hember Alî Faik xwe şaş nekir. Mineta xwe pê neanî. Pê xwe lê da serê lawê xwe di turik da tilol kir. Vegeriya ser Alî Faik û gotê: “Tu xem neke, min dema çok da erdê ew anîne dinê, serê wana da wê rê da. Evdilbaqî çuye. Bila serê Feyzî, Tefo û tevê zilamên Mala Seydo bimînin di dewsê da. Ewana yê rojekî heyfa wî hil din...”