Şanonameya Mem û Zîn di 1932'yan de wekî rêzenivîs di rojnameya Jiyanê de tê weşandin. Di 1934'an de jî wekî kitêb tê çapkirin. Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi soranî tê qebûlkirin.
Şanogeriya Mem û Zînê, di 1935'an de ji aliyê Komeleya Zanistî ve tê pêşandan. Pîremêrd temsîla vê şanoyê li Kurdistanê wekî kêlîka yekem a şanoya cidî qebûl dike. Ew çîroka şanonameyê ji bingeh û evîna Mem û Zînê werdigire û ji nû ve adapteyî şanoyê dike. Hêmayên sereke yên destana Memê Alan û mesnewiya Ehmedê Xanî bi awayekî taybet diparêze... Pîremêrd bi armanca neteweperweriyê rengê evîna Mem û Zînê diguherîne. Bilindkirina kurdewarî û neteweperweriyê temaya sereke ya vê şanonameyê ye.