Ev çîroka li ber destê we ji hêla rojhilatnas Charles Wellsê Îngiliz di sala 1865an da li Londona paytextê Britanyayê di nava berhevoka qederek çîrok û helbestên ji Rojhilata Navîn da hatiye çapkirin.
Mîrzeyê Kurd Mihemed çîrokeke gelêrî ya Kurdî ye ku unsûrên efsanewî û mîtolojîk di xwe da dihewîne. Xortê Kurd ku navê wî Mihemed e û eşîra wî li welatekî li nêzîkî Helebê rûdinê, piştî mirina bavê wî yê serokê eşîrê, ji ber cahilî û nezaniya wî, mîna belekiyên serê çiyayan ku derbiharê gava piltanek tav dibînin, dihelin û dibe xulexul, av ji wan dikişe, her tiştê di dêst da dihele û tût û rût li meydanê dimîne. Lêbelê ji vî xortî ra li hev tê, bi telebextan û bi alîkariya destên xwedî hêzên derasayî bextê reş ê vî xortî vedigere. Her wiha di dawiya ezmûn, serpêhatî û bûyerên nedîtî, seyr û ecêb da ev xort dibe hikûmdarekî di ser pozê xwe ra û roj tê, ev xortê bextreş dibe mîrê mîran, qralê qralan ango dibe împarator.