Ev xebat, li ser salnameya Kurmancî hatîye kirin, wextê mirov gava xwe ji şêmûka vê xebatê diavêje hundir, mirov rastî jîyana Kurdan a şivantî û cotkarîyê tê. Mirov dibîne bê Kurd çawa xebitîne, çawa li demê miqate bûne; salnameya wan û kar û barê wan û jîyana wan çawa li hev fesilîye.
Ev xebat, li gorî derdora herêma Mêrdînê hatîye kirin û vê xebatê ji gelek alîyan va pişta xwe daye çavkanîyên berî xwe.
“Wextê dahnûyan, dawet dibe daweta zarokan. Sîtil, sîtilên dahnûyên kîjan malê dibe bila bibe, zarok wan di nava hev da, li hev par dikin. Tew lê bi şev be, û sîtil li ser kuçikan be û agir di binê wan da dadayî be, xew li zarokan namîne. Li dora agirê sîtilan, tu lîstik namîne ku zarok nalîzin. Serê payîzê ye, dinya hênik e, agir dadayî ye û heval li dora mirovî ne. Ma ji vêya xweştir…?