R. Baran di edebiyata kurdî ya modern de ji wan kêm lehengan e bi êşeke egzîstenyal xwe bera nav kolanên evîn, rabirdû û bajarê xwe dide. Niştecihên bajarê wî, mirin û evîn mîna hêlekanekê di nav hebûn û tunebûnê de tên û diçin.
"Ez ditirsiyam. Ditirsiyam ku rojekê ev pirs ji bêbersiviyê winda bibana. Ev pirsên ku piştî windakirina her tiştî wek modika hebûna min di destê min de mabûn, min nedixwest di destê min de bişkên. Loma “Carna mirov,” min got û bêje wek qetikên benan gihaştin hev û bûn bersivek di mejiyê min de. “Dibetile, hewl dide, bo her tiştî (lê hew ji bo xwe) têdikoşe, lê rojekê gava li dû xwe dinere, hew bêhêzî û bêqewetbûniya xwe dibîne. Loma piştî demekê qey aramiyekê dixwaze, aramî; ango hew dixwaze xwe wek pelekî (ê payizê) serxweş li ber bayekî berde û biçe... Berê bayê ku ji devê wê derketî bi vî alî bû û ez bi vî alî ve virvirandim. Hew wê got ‘Em bizewicin', min got ‘Tu çawa dixwazî, ji bo min ne mesele ye'.”