“Gava min ev hevok xwendibûn ji min re pir xweş bûn û min gotibû çi qasî asoya wî fireh e. Lê wekî tiştekî çêkirî ku wî ji turikê xwe derxistibû jî bû. Niha, li pêşberî min wekî lehengê pirtûka Anton Çexov ji wir pengizî be diaxivî. Ji kêfa sermest bûbûm.
Hevalê li serê vî kendalî diaxivî wekî wênasazekî, rengvanekî jiyan dişayesand. Rengvanê ku boyaxên xwe tev û hev bike û wêneyê kêfxweşî û dilgêşiyê çêbike bû. Bi bêjeyan wêneyê xwe çêdikir. Dengbêjek bû, deng wekî morîkên rengîn bi aheng in pev vedikir. Wekî helbestan diaxivî. Tu dibêje Qur'anê bi terqînî tecûdî dixwîne, wilo bi wecd diaxivî. Tu bêje çîrokbêj nabe, tu bêje dengbêj nabe, ya xweş lêdihat Rengbêj bû.”