Çapa yekemîn a vê pirtûkê sala 1960'î li Yêrêvanê bi zimanê Kurdî bi sernavê Rojê Min ronayî dîtiye. Divê bê gotin, wekî ev berevok di nava afirandinêd Casimê Celîl de cîyekî xwe yî layîq digire. Di vir de bi çarçoveya fikrên xwe helbestvan bêtir fire ye, sifetêd ku wî bijartine, hewaskar in û bi bandor in.
Naveroka berevoka şayîrê Kurdan î hezkirî Casimê Celîl a bi sernivîsa Rojê Min pircûre ye.
Di berevokê de cî dîtine helbestên halbestvan î welathezîyê, aşîtîyê, dostî û biratîya gelan, hezkirinê, destan, qise û lehengîyê, di kîjanan de hîmlî hatiye nîşandayîn jîyana gelê Kurd a berê yî zelûl î çetin û emrê pareke gelê Kurd î biçûk î azad û bextewar, a ku di bin tava Oktobera Mezin de tevî gelên Sovyetê yî mêrxas î bira, kubar û serbest dijîn.
Şêkirandina wan derfetên sosyal û çandî, ku qeydê Sovyetê dane wê para gelê Kurd. Ji paşdamayîna dewranan, nexwendîtîyê ew civak di nava çend salan de bû civakeke cîhanê yî pêşketî. Ji gelê Kurd î pirmîlyon re bû guman û hêvî, çiraya heyîtîyê, xwenaskirin û xweparastinê. Vê civakê li welatê Sovyetê ne ku tenê Kurdîtîya xwe parastin, lê çand û mejîyê gelê xwe derxistin meydana cîhanî. Ew pirtûka wî piştî çapa yekemîn li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê tê weşandin.