"Navê min Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî. Yanî Ehmed navê min e. Ferman hem paşnav hem jî siûda min e. Kîkî jî ji Kîkan tê, navê eşîra min e. Hin navên min ên din jî hene; dengbêjê kovarê, stranvanê Hawarê û hwd... Heta carina ji bo min weha jî tê gotin; ‘dengbêjê me yê delal, kalemêrê Kîkan, roniya çavan, îxtiyarê civatan, berdevkê maqûl û axan û berdilê ciwan û xortan...' Gava meriv zarşêrîn be û bixwaze dilê yekî xweş bike, gotin û qise pir in. Belê, rast e; ez dengbêj û stranvan im. Ji stran, kilam, çîrok, mesele, serpêhatî û gotinan pê ve, ez bi kêrî tu tiştî nayêm. Gotin jîna min e." Ji devê Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjekî ku gotin ji xwe re kiriye jiyan, rojeke bi qasî umrekî a şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê.