Berhemeke nû ya çîrokan ji Enwer Karahan: ‘‘Derket”
“...Çi ye, ne çi ye? Mêrik nivîskaaar e! Nivîskarê bêpere, bênav û bêhizûr… De îcar te xêr e bavê minooo, te xêr e? Tu çi dinivîsî? Çend kes nivîsên te, çîrok-mîrokên te, roman-momanên te yên derewîn dixwînin? Yanî bixwîne çi ye û nexwîne çi ye? Ka ew qas bira û xwehên te hene, ew qas meriv û mihubên te hene, ew qas heval-mevalkên te hene, ka çend kesan ji wan nivîs-mivîskên te xwendine? Hema va ye ez jina te me, ka min çend tiştên te xwendine? Ma çi gû tê de heye ku ez bixwînim?...
Ew her dike pitepit ku odeyeke wî tune ye, ew nikare di nav qelebalixiyê de tu karî bike.
De îcar ji xwe re li behaneyê binêrin... Ma kesî bi destê te girtiye, mêro? Tu ji sibehê û hatanî êvarê hewante li malê rûniştiyî û kî zane bê tu bi wê kompîturê çi dikî. Bi kê re chat û metan dikî, îcar çi ye, ne çi ye, ew dinivîse. Tu çi dinivîse? Hêç! Tiştên sapiq mapiq û faziq.
Ka qala xwe bike, qala xwe… Bi rastî jî qala xwe bike. Tu çi ji jin û zarokên xwe re dikî? Tu çi ji bo wan, ji bo pêşeroja wan difikirî? Ka te wek xelkê çi ji me re kiriye? Hêç! Çi ye û ne çi ye, mêrik nivîskar e. Nivîskarê çi ye? Yê Eyşê û Fatê ye, yê Xeto û Remo ye. Êêêê, ê me çi? Me çi ji te fêm kir?”