Çar kitêbên Mele Xalitê Licî (Xalit Remo - Ayçiçek) ku bi awayekî manzûm û mensûr hatine nivîsandin, di nav berhevokekê de kom bûn û bi navê "Serpêhatiyên Zana" di nav weşanên Avesta de çap bûn.
Mele Xalit, ne tenê bi gotin û şêweya xwe behsa xwe û demeke dûr dike, lê behsa demeke di rihê me de rûniştî dike, her wiha rovî û heywanên din jî dide xeberdan û rewşa me ya ziman û wêraniyê bi hostatiyeke mezin, bi helbestên qafiyekirî, bi ken û girî tîne ziman. Nivîskar bi awayekî gelekî mutewazi' jî van gotinan li ser xwe dibêje:
"Ez di sala hezar û neh sed û sî û çaran de li qeza Licê, li taxa melan hatime dinê. Piştî temenê min giha heft salan, min dan ber xwendina erebî, heta ez bûm bîst salî min li gelek ciyan, li ba melan xwend, geh li gundan geh li Licê. Di sala hezar û neh sed û pêncî û çaran de çûm eskeriyê û di vegerê de çûm Licê û li gundekî bûm îmam heta hezar û neh sed û şêst û pêncan."
"Dû re min terka îmamiyê kir û ez hatim li Diyarbekrê dikanekê vekir û ez bûm saetçî. ev bû çil û şeş sal ku ez vî karî dikim. Ez nebûm maldar û nebûm jar, şeş zarokên min hene û hemû jî zewicandî ne, bi kurtî ev e jiyana min."