Ebû Qasim Mihemed ibn Elî Ibn Hewqelê Mûsiliyê Bexdadiyê Nisêbînî
Kurd di kitêba coxrafyayê ya Ibn Hewqel de
Amadekar û wergera ji erebî: Emîn Narozî
Yek ji berhemên herî kevn (sedsala 10an) ên cografyayê, “Sûret ul-Erd”a Ebû Qasim Mihemed ibn Elî Ibn Hewqelê Mûsiliyê Bexdadiyê Nisêbînî êdî bi kurdî ye. Berhem ji aliyê Emîn Narozî ve hatiye amadekirin û beşên li ser kurdan ji erebî hatine wergerandin.
Ebû Qasim Mihemed ibn Elî Ibn Hewqelê Mûsiliyê Bexdadiyê Nisêbînî di sedsala dehan de (m. 977) jiyaye. Ew yek ji wan bazirganên geştiyarê/geştîvanê rewşenbîr bûye ku di sala 331/942an de ji Bexdayê ketiye rê û çûye Mexrib û Sicîlya, li welatên Endilusê û yên din geriyaye, hatiye gotin ku ew çavdêrê fatimiyan bûye.
Wî bazirganiyê ji xwe re delîve gerandiye da taybetmendiyên herêman û sirûşta gelan fahm bike û cudahiyên xelkê, hêjayî û ecêbiyên wan yên ku pê tên naskirin binivîse û tomar bike.
Ibn Hewqel dibêje; “Min di vê kitêba xwe de Sûretê erdê û tarîfa şeklê wê, tibabên dirêjî û berahiya wê, herêmên welatan çi cihên wê yên wêran û çi jî yên avadan bin hemî welatên îslamê û bajarên wan bi berfirehî û li gorî dabeşkirina herêmên bacê yek bi yek û bi komî nivîsandiye û bi sûret jî nîşan daye.”