Warê Firaran an felata peyvên qedîm ên Kurmancîya Serheda Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Egîdê Xudo û bi dehan kesên din... Ludwig Wittgenstein di berhema xwe ya bi navê Tractacusê de dibêje: “Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e.” Em baş tê gihaştine ku angaşta Warê Firaran jî ew e ku sînorên di hişê xwîner de hatine avakirin, bide rûxandin. Hewildana vê berhemê ew e, ne wekî fîksasyoneke ku serî li xwe mezin bike û bibêje ya “herî” ez im. Warê Firaran doza rasteqînîyê dike û li dijî peyvxwiran têkoşîna hespê şê yê ku bes bi laşî ta lê bi heşî heta û heta!
Warê Firaran ango Çîyayê Elegezê û Bilîcan! Tiştê ku zêde pêdivîya meriv pê heye “hiş” e; ku ne hiş be wê doya me jî û sibêya me jî li bin guhê hev bikevin û wekî erdhejeke domdar her û her wê, me rûxîne. Divê bê bîra me; Warê Firaran hişekî çîyayî ye; ew ji doyê peyvan li hev siwar dike û me ji peşka naleta qederê xelas dike, axir!